ARTA.FM Navenda Xwe ya Nû Li Bajarê Amûdê Vekir

Bi şahiyek mezin karmendên radyo Arta.FM li bajarê Amûdê, şeşemîn salvegra damezrandina wê lidar xistin û navenda xwe ya taybet vekirin wekû dezgehek serbixwe di herêmê de.

Dengê Amêrîka hevpeyvînek bi birêveber û damezrênerê Arta FM rojnamevan Sîrwan Hec Berko re kir, da hin ji serbora vê radyo yê û xebatên xwe zelal bike.

Arta FM

Rojnamevan Sîrwan di serî de got ku, ArtaFM karîbû cihê xwe di nav civata herêma cezîrê û bakûrê Sûriyê de biger ji ber şewazê wê ku rê da hemû pêkahteyên civatê û ya din jî ku ArtaFM xwe ji helwestên partîzaniyê dûr xist û ma serbixwe.

Arta FM

Di derbarê navneda wan ya nû li Amûdê Sîrwan dibêje: Ev navend ne tenê ji bo ragîhandiyê bi tenê ye lê belê ji beû perwerdehiya kar û xebatên ragîhnadinê ye ku wê tê de beşekî akadimî vê vekirin ji bo geşûpêdana karê rojnamegeriyê di herêmê de.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Sîrwan Hec Berko-7-6-2019-LA.wav