Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şer’i li dîmeşqa paytext agirbesteke giştî li Sûrîyê ragihand û daxwaz ji serok eşîrên Ereb kir ku aramîya herêmê biparêzin.
Wî di konferansekî rojnamevanî de got ku ew bi fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî re axivîye.
Wî got dewleta Sûrî dewlete Yekgirtîye û wê hikûmeta Sûrî derbasî hemî axa Sûriyê bibe, û wê li derverên Kurdî kesên xwecihî bi erka ewlehîyê rabin.
Ev ragihandin tê piştî civîna Ehmed Şeri’ bi şanderê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack re, ku Ajansa Nûçeyan a Sûrî SANA ragihandibû.
SANA gotibû ku “Civînê yekîtî û serwerîya Sûrîyê li ser tevahîya axa xwe piştrast kir û girîngîya diyalogê di qonaxa heyî de, û her weha jinûveavakirina Sûrîyê bi beşdarîya hemû Sûrîyan destnîşan kir.”
Hikûmeta demkî ya Sûrî rêkeftin a ji 14 xalan ragihand.
Ta amadekirina vê raportê, Hêzên Sûrîya demokratîk û Rêveberîya Xweser a Bakur û Rtojhilatê Sûrîyê ti daxuyanî nedane.