Sûrîyî Şewitandina 400 Milyon Hebên Kaptagonê Radigihîne

Sûrîyê îro Yekşemê jinavbirina hejmareke mezin a madeyên hişbir ragihand, di nav de 400 milyon hebên Kaptagonê û zêdetirî 12 ton heşîş, ku di operasyonên hêzên ewlehîyê de hatibûn desteserkirin.

Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir di daxuyanîyekê de diyar kir ku bi çavdêrîya komîteyeke hevbeş a wezaretên Navxwe, Dadê, û Tenduristîyê, qonax bi qonax 400 milyon hebên Kaptagonê, 12.2 ton heşîş, 2.3 ton şitilên heşîşê, 6 kîlogram heroîn, 5.4 milyon hebên din ên hişbir û amûrên çêkirin û qaçaxçîtîyê, hatin jinavbirin.

Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Navxwe Enes Xetab li ser platforma X'ê nivîsand ku ev hejmar ji dema rizgarkirinê ve di rêza herî mezin de ne, û tekez kir ku rêveberî operasyonên ewlehîyê û şopandina qaçaxçîyan ligel helmetên hişyarkirinê û xweparastinê berdewam dike ji bo parastina civakê.

Tê zanîn berhemînan û bazirganîya Kaptagonê di salên şerê Sûrîyê de geş bûbû û welat di salên dawî yên desthilata Beşar Esed de bûbû navendeke sereke ji bo hinardekirina wê bo welatên Kendavê bi rêya Urdun û Libnanê.