Sûrîye: Di Teqîna li Şamê de 4 Kes Hatine Kuştin

Site of a reported blast at a cafe in Damascus

Îro pêncwşemê, wezareta navxweyî ya Sûriyê ragihand ku di encama teqîna bombeyeke çandî de li paytext Şamê, weke amara destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê ku li ser Platforma X'ê hatî weşandin, teqîn di hundirê qehwexaneyekê de li herêma Hîcazê ya paytext Dîmeşqê rû daye.

Hema piştî teqînê, tîmên parastinê, ambûlans û hêzên asayîşa navxweyî berê xwe dan cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê yekser dest bi veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyên nêzîk kirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûrî 'SANA', li gor Dr. Ehmed El-Bekor, Rêveberê Ambûlans û Xizmetên Bilez ên Wezareta Tenduristiyê, ragihand ku çar kesên kuştî û 11 birîndar bo du nexweşxaneyên Şamê hatine veguhastin.