Li Sûrîyê bihayên berhemên petrolê îro bi rêjeyeke nêzîkî 35% hatin bilindkirin.
Li gorî biryara Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Çavkaniyên hesinî, bihayê nû yê benzîna 95 oktan bû 195 lîreyên Sûrîyê yê nih ji bo lîtrekê, benzîna 90 oktan 185 lîre, mazot 175 lîre û gaza malê 1,600 lîre.
Her wiha bihayê gaza pîşesaziyê gihiştiye 2,560 lîreyên Sûrîyê, û bihayê tonek fuel jî 52,800 lîre hatiye diyarkirin.
Berpirsê nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Enerjîyê, Abdulhemîd Silat, di daxuyanîyekê de ku li ser malpera wezaretê hate belavkirine de got ku guhertina bihayên berhemên petrolê ji ber şertên awarte û guhertinên demkî yên di bazarên enerjîyê yên cîhanê de hatiye kirin.
Li gor Silat, Sûrîyê niha nêzî 100 hezar bermîl neft di rojê de hildiberîne, lê daxwaza bazara navxweyî di navbera 300 û 325 hezar bermîlan de ye.
Wezareta Enerjiyê dibêje ku bihayên nû dê li gorî guherîna lêçûn û şertên bazarê, hem bi ber bi bilindbûnê û hem jî bi ber bi kêmbûnê ve, werin nirxandin.
Ev buhabûn bûye cihê hêrseke gelêrî ya mezin di nav xelkê Sûrîyê û bi taybet li parêzgehên Reqa û Dêrazorê.
Dengê Amerîka telefona wezareta enerjîyê û rêveberîya sotemenîyê li Hesekê kir, da ku bibîne ka planên wan çi ne ji bo bersivdana hêrsa xelkê, lê ta amadekirina vê raportê ti bersiv nebûn.