Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin êrîşên esmanî yên hikûmetê û topbarana li ser herêmên bakurê rojavayê welêt bi dehan kes kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye û Berevaniya Sivîl a Sûrî got herî kêm 10 sivîl di encama êrîşên esmanî û topbaran îro Şemiyê de hatin kuştin li gund û bajarokên Idlibê.
Medya dewleta Sûrî got topbarana serhildêran li herêmên bin destê hikûmetê ziyanên maddî encam dan.
Çavdêriyê got di encama şerê Şemiyê tenê de 26 çekdar û serbazên hikûmetê û her wiha 8 mîlîtan hatin kuştin.
Bi sedema şeş hefteyên şer, nêzîkî 300,000 kes ji malên xwe reviyan. Gelek ji wan di bin darên zeytonê û konan û avahiyên ku hîn temam nebûyî de dijîn.
Di van şeş hefteyan de bêhtirî 300 sivîl hatine kuştin.