Li gor karbidestên saxlemîyê yên herêmê, îro Çarşemê li nêzî bajarê Sermeda yê parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûrîyê, di teqîneke li cihekî demkî yê depokirina çekan de herî kêm 14 kes mirin û 11 kesên din birîndar bûne.
Rêvebirîya saxlemîyê ya Îdlibê ragihand ku cihê teqînê jibo berhevkirina çek û bermahîyên şer dihat bikaranîn û got ku jimara qurbanîyan hîn tam nehatîye dîyar kirin.
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê ragihandibû ku di nav birîndaran de jimareke karmendên wezaretê jî hene.
Li gor ragihandina medya dewletê, tîmên berevanîya sivîl û agirkujîyê hatin ciyê bûyerê, lê piştî teqîna destpêkê jimareke teqînên din pêk hat ku hewlên jibo vemirandina şewatê dijwartir kir.
Karbidestên Sûrîyê heya niha sedema teqîna destpêkê yan jî hûrguliyên ku çek ji ku hatine yan jî wê bihatana veguhastinê kûderê ti daxûyanî nedane.
Li parêzgeha Îdlibê, ev di vê mehê de duyemîn teqîne ku tekildarî çek yan cebilxaneyê ye û dibe sedema mirina mirovan.
Di 1ê Îlonê de li bajarê Binîşê wesayîtek ku cebilxane lê barkirîbû, teqîya û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûbûn. Karbidestan sedema wê teqînê jî eşkere nekirbû.