Tilfizyona Sûrî dibêje leşkerên welêt bajarokekî stratejîk û girîng li parêzgeha Idlibê kontrol kir, di pêşketinên xwe yên herî dawî de li parêzgehê.
Tilfizyona el-Ixbariye ya girêdayî rêjîmê dibêje hêzên hikûmetê îro yekşemê bajarokê Sinjar kontrol kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje ev gav rê ji hêzên hikûmetê re vedike bo bingeha Ebû Zihûr a esmanî ku derdora 19 kîlometran li aliyê bakur e.
Komandarekî mezin ê artêşa Sûrî serkirdayetiya van êrîşan dike li parêzgeha Idlibê, ku bingeha dawî ya serhildêran e li bakurê welêt.
Neteweyên Yekgirî dibêje bêhtirî 2.5 milyon kes niha li parêzgeha Idlibê dimînin, di nav de milyonek bêşûnûwarbûyên herêmên din ên Sûriyê.