Hayat Tahrir al-Shamî Berpirsîya Xistina Balafira Rûsî Ragihand

Gruba Hayat Tahrir al-Sham (Desteya Rizgarkirina Şamê) ya girêdayî el-Qayde berpirsiyariya xwe li dor xistina firokeke şer ya Rûsî li bajarê Seraqib ragihand.

Wezareta berevanî ya Rûsî doh Şemiyê ketina balafirê piştrast kir û got firokvan, piştî ku bi paraşutê daketibû xwarê, ji aliyê serhildêran ve hate kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Londonê ye, got firoka Rûsî ya Su-25, dema hate xistin, di asteke nizim de piştgiriya hêzên li ser erdê dikir.

Jimareke dîdevanên ser erdê got ku firokvan, piştî berxwedana wî ya dijî serhildêran ku hewil didan wî bigirin, hate kuştin.

Hayat Tahrir al-Sham hin dîmenên cihê rûdanê li ser malpera ajansa nûçeyan Îbaa weşandin.