Hêzên Opozisyona Sûriyê Dest bi Cîbicîkirina Rêkeftina Idlibê Dikin

Serhildêrên Sûrî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike dibêjin wan dest bi cîbicîkirina rêkeftina Idlibê kiriye.

Rêkeftin di navbera Tirkiyê û Rûsya de hatiye îmzekirin û wê li gor wê hêzên hikûmet û opozisyona Sûrî ji eniyên şer bi ferehiya 15 ta 20 kîlometir vekişin û herêmeke bê çek di navberê de bihêlin.

Najî al-Mustafa peyvdarê Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê, îro Yekşemê got gurûpên di nava Eniyê de bi tevahî erê dikin ku rêkeftinê berî 15 mehê pêk bînin.

Al-Mustafa dibêje hêzên Tirkiyê li herêmê ne û wê çavdêriya her binpêkirinekê bikin.

Ew dibêje wê hêzên opozisyonê çekên xwe yên giran rojekê berê ji wê herêmê bikşînin û bingehên xwe û çekên sivik û navendî jî wê li cihê xwe bimînin.

Hêjayî gotinê ye gurûpa herî mezin, ku girêdayî al-Qaîde ye, hîn ne diyare ka wê pêgir be bi rêkeftinê yan na.