Hêzên Sûrî Careke Din Gundê Kfar Nabûde Kontrol Dikin

Hêzên hikûmeta Sûriyê îro Yekşemê careke din gundê Kfar Nabûde yê bakurê rojavayê welêt kontrol kir, li gor medya dewletê û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov.

Tilfizyona dewletê got hêzan berî nîvro gund ji destê çekdaran derxist û wan her wiha jimarek endamên Desteya Rizgarkirina Şamê ya girêdayî al-Qaîde girtin.

Hêzên hikûmetê berê di roja 8 mehê de gundê Kfar Nabûde kontrol kiribû lê hêzên opozisyonê roja Çarşema borî dîsa destê xwe dabû ser.

Gund li qeraxa başûrê rojavayê parêzgeha Idlibê dikeve ku bingeha sereke û dawî ya hêzên opozisyonê ye.

Çavdêriya Sûrî got hêzên hikûmetê bi dehan êrîşên esmanî û bermîlên bumbekirî û top ji bo kontrolkirina gund bikar anîn.

Wê got gera dawî ya şerê Kfar Nabûde 28 mîlîtan û her wiha 16 ji hêz û çekdarên alîgirên hikûmetê kuştin.