Barekî Din ê Çekên Îranî ji bo Hizbullahê li Sûrîyeyê Hat Desteserkirin

Israel Lebanon

Ji bo cara duyemîn di sê rojan de, Sûrîyeyê gelek çekên Îranî yên ku ji hêla Komara Îslamî ve bi rêya Îraqê ji Hizbullahê re hatine şandin desteser kir.

Wêneyên ku roja Yekşemê di medyaya Sûrîyeyê de hatin weşandin nîşan da ku ew çek di kamyoneke tijî xiyar de veşartî bûn.

Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê dibêje ku çekên "pêşketî" yên ku li ser sînorê Îraqê hatine desteserkirin mûşekên dûravêj, mûşekên dijî tankan û dron hene, û Îran dixwest van çekan radestî Hizbullahê bike.

Çavkanîyekê ji ajansa ewlehîyê ya Sûrîyeyê re gotiye ku hemş agahdarîya li ser çekên qaçax dê ji hikûmeta Îraqê re were dayîn da ku ew bikaribe tora şandina çekan ji Hizbullahê re bi rêya axa Sûrîyeyê lêkolîn bike.

Sûrîyeyê roja Pêncşemê barekî din ê çekan ku ji Hizbullahê re hatibû şandin, desteser kir.