Daryos Derwîş: Welatên Erebî û Îslamî Nikarin Biryara Amerîka Bo Israîlê Biguherin

ئاهەنگی نەورۆز لە کامپی شەهبا لە عەفرین #1

Welatên Erebî û Îslamî bi tevahî nerzîbûna xwe anîn ziman di derbarî biryara Trump bo Îsraîlê, ku pênasîn bi Qudis-Orşelîm kir, wek paytexta fermî ya Îsraîlê. Gelo karvedana vê biryarê li ser van welatan ta kîjan radê ye û dibe ku bibe sedema şerekî nû di herêmê de?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Daryos Derwîş re kir, di derbarî vê pirsgirêkê de.

Birêz Daryos dibêje, pirsgirêka Filstînê ji welatên Erebî û Îslamî re ne serekî ye, ji ber wê tu gavên berçav nayên avêtin, tenê wê di warê civîn û axeftinê de bin.

Herwiha jî ew dibêje:" Bandora wê li rewşa Sûriyê û Kurdan nabe, lê dibe ku rêjîma Sûriye wê bikar bîne bo berjewendiyên xwe û şerê li dijî rekeberên xwe."

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Daryos Derwîs-12-9-2017-LA