DAIŞ Asta Êrîşên Dijî Hêzên Hikûmeta Sûrî Zêde Dike

Wêne ji arşîvê ye.

Di encama êrîşekê de ji alîyê koma terorîst ya DAIŞ ve, jimarek çekdarên ser bi hêzên hikûmeta Sûrî li naverasta Sûrîyê hatin kuştin.

Li gorî Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, bi kêmî 5 endamên grûpa Lîwa el Quds ya ser bi hêzên hikûmeta Sûrî di êrîşeke DAIŞ de roja Yekşemê li nêzîk bajarê Tedmurê li parêzgeha Humsê hatin kuştin.

Tê çaverê kirin ku jimara kuştîyên wê êrîşê bilindtir bibe, ji ber ku hinek birîndar di rewşeke metirsîdar de ne.

Berî vê êrîşê bi rojekê jî, du leşkerên din yên artêşa Sûrî di şerekî de ligel çekdarên DAIŞ li devera Suxnayê hatin kuştin.

Di dema dawî de bermayên DAIŞ li naverasta Sûrîyê êrîşên xwe hember hêzên hikûmeta Sûrî û mîlîşyayên hevalbend zêde kirine.

Çavdêrîya Sûrî herwiha ragihand ku termê leşkerekî artêşa Sûrî li bajarê Meyadîn yê rojhilatê Sûrîyê roja Şemîyê hate dîtin. Guman heye ku ew jî li ser destên çekdarên DAIŞ'ê hatibe kuştin, çûnkî DAIŞ li wê deverê jî çalak e.