Çekdarên Dewleta Îslamî Daişê 26 kesên ku li herêma Hemayê li dobelanan(Kimî) digeriyan kuştin, li gor opozîsyon û medyaya dewletê ku îro Yekşemê ragihand.
Di nav têkçûna aborî ya şerê bi salan a Sûriyê de, peydakirina dobelanan dikare alîkariya mirovan bike ku pereyan qezenc bikin, ji ber ku xwarinên demsalî bi bihayekî giran tên firotin.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye, got ku sivîl û serbaz di nav qurbanîyên êrîşa çekdarî de ne li derdora rojhilatê bajarê Hemayê, 186 kîlometre li bakurê Şama paytext.
Ajansa SANA ya dewletê ragihand ku êrîş ji aliyê endamên rêxistina Dewleta Îslamî ve hatiye kirin.
Tevî têkçûna wan li Sûriyê di Adara 2019an de, şaneyên razayî yên girûpa çekdar hîn jî êrîşên kujer hem li Sûriyê û hem jî li Îraqê pêk tînin ku berê ew dever di destê wan de bûn û "xîlafet" li wir ragihandibû.
Di demekê de ku welatî bi girûpên mezin li deverên dûr li dobelanan digerin, çekdarên DAIŞê çendîn caran êrîşî wan kirine, ji biyabanê derketine da ku wan birevînin, hinekan bikujin û hinekan jî ji bo pereyan wek barimte bibin.
Di meha Sibatê de, şaneyên razayî yên Daişê êrîşî karkerên komkirina dobelanan kirin li nêzîkî bajarokê Sûxna yê navendî, herî kêm 53 kes kuştin, ku piranîya wan karker bûn, lê herwiha hin hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûrî jî.
Di destpêka vê mehê de, şeş kes bi mîneke bejahî ya ku ji aliyê Daişê ve hatibû çandin li başûrê parêzgeha Dêra Zorê hatin kuştin, di heman demê de dema ku li dobelanan digeriyan, li gorî ajansa nûçeyan a dewletê SANA.
Çavkanî: AP