Şandeke Belçîka Serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dike

Roja Înê şandeke ji Parlementoya Federal a Belçîka û hin nûnerên saziyên sivîl serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberîya Xweser li bajarê Qamişlo kirin.

Şandeya Beçlîkî ji her Dû endeamên perlementoyê George Dalmani û Queen Mesto, her wiha rêvebirê sê sazîyên sivîl.

Şande ji aliyê hevserokê Desteya têkiliyên derve Ebdulkarîm Omer, û cîgirê hevserokatîyê, Fener El-kiêt û nûnera Rêveberiya Xweser li Ewrupayê Mizgîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê her du aliyî civîneke girtî ji raghandinê li dar xistin.

Paşî civînê her Dû endeamên perlementoyê George Dalmani û Queen Mesto armancên hatina xwe û mijarên civînê bi daxwiyaniyekê dane raghandin.

Hêjaye gotinê ku di 23 ê Şipata vê salê de şandeke hikumeta Belçîka serdana herêmê kiribû.

Li gorî jêderekî ji rêvebirîya xweser doseya vegirandina zarokên malpatên Daişê yên hemwelatîyên Belçîkî mijarê gotobêjane. Pêşbîne ku dê hejamarek zarok dê vegerînin welatê wan.

Her wisa mijara êrîşên Turkî ser bakûrê sûrîyê têne gotobîjkirin.

Hate zanîn ku dê şande 5 rojan li herêmê bimîne û di pîlana xwede serdana hin saziyên Rêveberiya Xweser, kampên penaberan û her wiha Kampa Hol û Roj jî bike.

ji bo guhdarîkirina li dirêjîya raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer