Nexweşxaneyên Rojava Rastî Kêmbûna Dermanan Tên

Karmendeke Heyva Sor a Kurd.

Di encama dorpêça herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyê û krîza mirovahî li wir de, raport behsa kêmbûna derman û pêwîstîyên tenduristî li nexweşxaneyên herêmê dikin.

Ajansa Hawar a Nûçeyan(ANHA) di raportekê de ragihand ku “Nexweşxaneyên Qamişloyê, ji ber hejmara zêde ya derbiderî, dorpêçkirin û êrîşên berdewam, bi awayekî lezgîn hewceyî gelek dermanan in, nemaze dermanên ji bo nexweşîya şekir, nexweşîyên dil û pêdivîyên taqîgehan.”

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa di peywendîyeke telefonî de ji Dengê Amerîka re got, "nexweşxaneya Gel li Qamişloyê ku heta berî salekê di destê rejîma Be’is de bû, bi derfetên xwe yên kêm rastî zehmetîyan hatîye.”

Dilgeş Îsa

Îsa, ku li Qamişlo dimîne, got ku “tixtorên me 24 demjimêran di xebatê de ne û tîmeke tenduristî ya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî jî li vir dixebitin.”

Heyva Sor îro li ser platforma X’ê ragihand ku “bi piştgirîya Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd pêdivîyên bijîşkî û lojîstîkî ji Nexweşxaneya Gel a li Qamişlo re peyda kir, ku xizmetên tenduristîyê li wir bê beramber têne peydakirin û xelkên me yên derbider dikarin biçin nexweşxaneyê da ku dermankirinê bistînin.”

Lê Îsa dibêje ku “pêwîstîya nexweşxaneyê bi projeyekê heye” ku karibe hejmara mezin a derbideran vehewîne.

Wî got ku niha nêzîkî 150 derbider di navend û dibistanê Qamişloyê de dimînin.

Dr. Hisên Osman

Hisên Osman, ku pisporê nexweşîyên poz û guh û gewrîyê ye li bajarê Qamişloyê, ji Dengê Amerîka re got ku"gelek madeyên tenduristî nema li bajarê me peyda dibin, bi taybetî madeyên girêdayî emelîyatan."

Osman dibêje,"di vê dema borî de rê hatine girtin, madeyên tendûristî bi zehmetî derbasî herêmên me dibin û şîyanên nexweşnaxeyên me jî pir sînordar in."

Dr. Bextîyar Hisên, ku pisporê birînsazîyên giştî li Kobanîyê ye, dibêje ku li Kobanîyê jî “êdî derman, banka xwînê, dermanên benckirinê, û dermanên pêwîst ji bo xelkê ku li dibistan û kampan hatine bicîhkirin pir kêm dibin.”

Dr. Bextîyar Hisên

Hisên got, "eger dorpêçkirin dewam bike, dê metirsî hîn zêdetir bibin û mixabin emê rastî karesateke mezin werin.”

Hevserokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberîya Xweser a bakur û rojihlatê Sûrîyê, Şêxmûs Ehmed, doh Çarşemê gotibû ku "di encama êrîşên grûpên çekdar de li bakur û rojhilatê Sûrîyê nêzîkî 500 hezar kes derbider bûne."