Rêvebîrîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihand ku divê parastina mafên Kurd û pêkhateyên din li Sûrîyê bi destûreke demokratîk werin misogerkirin.
Rêvebirîya Xweser îro Şemîyê daxuyanîyek belav kir, wekî bersiv hember fermaneke Serokê Demkî yê Sûrîyê Ehmed El Şer'i, ku tê de çend mafên zimanî û çandî bo Kurdan hatine destnîşankirin.
Rêvebirîyê got ku maf bi fermanên demkî nayên parastin, lê bi destûrên herdemî tên çesipandin ku rengvedana viyana gel û pêkhateyan bin.
“Bi her niyazê be, nabe misogerîyeke rast û durist bo parastina mafên pêkhateyên Sûrîyê, eger ne beşek be ji çarçoveya destûrekê ku mafên hemûyan biparêze,” daxuyanîya Rêvebirîya Xweser got.
Herwha di daxuyanîyê de hat ku dibe ferman “yekem gav be” lê ew têra hêvîyên gelên Sûrî nake.”
Serokê desthilata demkî ya Sûrîyê roja Înê fermanek ragihand, tê de pênasînê bi nasnameya Kurdan weku beşek ji nasnameya niştimanî ya Sûrîya pirreng dike. Ew herwisa zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî destnîşan dike.
Fermana (13) ya sala 2026'an ku ji 8 madeyan pêk tê, mafê welatîbûne dide wan Kurdên ku di encama Serjimêrîya 1962'an de jê hatibûn bêparkirin.
Ev biryar hate ragihandin piştî pevçûnên dijwar yên hefteya borî li bajarê Helebê yê bakurê welêt pêk ku hemarek mezin ya sivîlan tê de bûn qurbamî.