Tîrêj: Salvegera 10an Ya Serhildana Gelên Sûrîye

Piştî10 salan ji serhildana Gelên Sûrîye li Bihara sala 2011 dijî rijêma Beşar Esed lê hêşta rewşa wî welatî ji aliyê siyasî, ewlehî û civakî de pir alosze.

Her çende serhildan destpêkê bi meş û xwenîşandanên aşttîyane destpêkir lê demek dirêj derbas nebû heta xwepêşandan wergeriyan serhildaneke çekdarî û destên welatên biyanî û komên terorîst keftine di nav de û xewnên gelên Sûrîyê roj bi roj hatin jinav birin.

Merwan Osman

Piştevanîya welatên biyanî bo hêzên rikberîya Sûrîyê û herwesa bo rejîma Esed weke Rûsya û Îranê jiyê rejîmê dirêj kir û hejmara qorbaniyan zêde kir, ku bi Sedan hizar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan sivîl koçber bûne.

Li deverên Kurdan rewşek cuda peydabû, aliyên siyasî yên Kurdan piştevanîya hevpeymaniya dijî DAIŞê bi dest xistin û deverên xwe parastin û rêveberiyeka xweser ava kirin, lê hebûna nakokiyên hondir digel gefên biyanî bi taybet yên Tirkiye hêşta tiris liser destudarê deverê heye.

Bernama Tîrêj gotûbêjek liser rewşa Sûrîyê bi gişti û rewşa herêmên Kurdan bi taybetî bi mêhvanê bernamê şarezayê siyasî Merwan Osman re encam da.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 100