Wezîrê Derve yê Sûrîyê: Em Vekirî ne ku ligel Hizbullahê Hevdîtinê Bikin

Hevdîtina Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ese'ed el Şeybanî ligel Seorkê Libnanê Joseph Aoun. Beyrût, 2'ê Tîrmehê, 2026.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ase'ed El Şeybanî îro Pêncşemê ragihand ku welatê wî vekirî ye hevdîtinê ligel koma Hizbullahê re bike "eger berjewendî wisa bixwaze."

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Libnanê de, karbidestî Sûrî ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun, Serokwezîr Newaf Selam, û Serokê Parlemanê Nebîh Birî kom bû.

El-Şeybanî bi serokên Libnanî re civiya, di nav wan de Serokkomar Joseph Aoun û Serokê Civata Nûneran Nebîh Bîrî, ku yek ji hevpeymanên Hizbullahê ye û Serokwezîr Newaf Selam.

Ev cara yekê ye ku Şeybanî serdana Beyrûtê de dike ji dema ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp pêşniyar kiribû ku artêşa Sûrîyê erkê şerê li dijî Hizbullaha Libnanî bigire ser milê xwe.

Li gor Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Şeybanî got ku "dosyaya Hizbullahê" di civînên wî de ligel karbidestên Libnanê nehate gotûbêj kirin, lê wî diyar kir ku Sûrîyê vekirî ye ku ligel koma mîlîtan bicive.

Hizbullah, ku Îran piştgirîya wê dide, wekî rêxistineke terorîst ji alîyê Amerîkayê ve tê dîtin.

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê ve, Hizbullahê bi top, dron û mûşekan êrîş birine ser Îsraîlê. Wekî bersiv Îsraîlê êrîşên esmanî li dijî koma çekdar pêk anîne û hinek beşên başûrê Libnanê kontrol kiriye.

Di 27'ê Hezîrana borî de, Amerîkayê ragihand ku Îsraîl û Libnanê gihîştineke çarçoveyeke rêkeftinê ji bo dawîanîna şer û destpêkirina proseseke têgihîştina ewlekarîyê.