Artêşa Libnanê îro Yekşemê ragihand ku di encama operasyonên çavdêrîkirina sînorên bakur û rojhilat de, yekîneyeke artêşê li herêma Dewra, Meşarî' el-Qa'ê dest daniye ser nêzîkî 264 kîlogram madeyên teqîner (nêzîkî 203 kîlogram madeya C4 û 61 kîlogram madeya TNT) ku ji nava Sûrîyê hatibûn qaçaxkirin.
Artêşa Libnanê li ser platforma X'ê da zanîn ku sê welatîyên bi navên kurtkirî (E.F.), (Z.R.) û (Z.R.) bi gumana beşdarbûna di qaçaxçîtîyê de hatine girtin, kelûpelên desteserkirî hatine radestkirin û bi çavdêrîya dadwerîya peywendîdar lêpirsîn ligel girtiyan dest pê kiriye.
Ji alîyê xwe ve, Hêzên Ewlekarîya Navxweyî yên Sûrîyê li ser platforma X'ê ragihand ku Dezgeha Îstîxbarata Giştî bi hevkarîya Hêzên Ewlekarîya Navxweyî di operasyoneke ewlehîyê de li gundewarê Şamê dest daniye ser barekî çekên cuda ku ji bo qaçaxçîtiya ber bi axa Libnanê ve hatibû amadekirin, û yek ji kesên têkildar jî hatiye desteserkirin.
Li gorî daxuyanîyê, lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina hemû şaxên şaneyê û torên qaçaxçîtîyê yên pê ve girêdayî û şopandina kesên têkildar, da ku rê li ber bikaranîna axa Sûrîyê wekî derbasgehekê ji bo qaçaxçîtiya çek û kelûpelên leşkerî bê girtin.