Sûrîye Dibêje Ew Endamtîya Peymana Mekkeyê li Ber Çavan Digire

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ese'ed Şeybanî

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed Şeybanî îro Şemîyê got ku welatê wî li ber çavan digire ka gelo tevlî hevpeymanîya berevanîya Mekkeyê ya Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê bibe.

Erebistana Siûdî, ku rastî êrîşên Hûsîyên Yemenê tê, piştgireke sereke ya hikûmeta Sûrîye ye ku piştî hilweşîna rejîma serokê berê Beşar Esed di dawîya 2024'an de hat ser desthilatê.

Şeybanî di konferansa Diyaloga Manamayê de li Behreynê got, "Niha nîqaş ji bo nirxandina tevlêbûna Sûrîyê di hevpeymaniya Mekkeyê de didomin."

Di Tebaxê de, Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkîyê li Mekkeyê peymaneke berevanîyê îmze kir ku dibêje her êrîşek li ser yekî ji van welatan wekî êrîşek li ser her sêyan tê hejmartin.

Lê tevî vê yekê, Pakistan û Tirkîyê ti êrîş li ser Hûsîyên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin, ranegihandine.