Artêşa Sûriyê li Parêzgeha Quneytra Pêş Dikeve

Tilfizyona Dewleta Sûrî û serhildêran îro Şemiyê ragihand ku artêşa Sûriyê û hevalbendên wê li parêzgeha Quneytra ya başûrê welêt pêş dikeve û nêzîkî girên Colanê dibe.

Artêş bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya, ji meha borî ve operasyonekê li herêmê birêve dibe li dijî opozisyona ku caran Waşinton, Urdun û welatên Kendavê piştgiriya wê dikir.

Hêzên hikûmeta Sûriyê di operasyonê de herêmên berfeh li nêzîkî sînorê Urdun û Îsraîlê xistin bin kontrola xwe.

Kontrolkirina gundên di navbera Deraa û Quneytra de tê ragihandin di demekê de ku pêşbîne gurûpeka din a serhildêr û kesûnasên wan ji wir bêne derxistin.

Hefteya borî, rêkeftineka di navbera serildêran û Rûsya de rê da serehildêrên ku mayîna di bin desthilata rêjîmê de red dikin, herin parêzgeha Idlibê ku di bin destê opozisyonê de ye, li gor serhildêran.