Li gorî rayedarekî Amerîkî û rayedarekî berevaniyê yê Sûriyê, dibe ku Sûriye hêzên xwe bişîne Erebistana Siûdî, da ku di şerê li dijî Hûsiyên Yemenê de piştgiriyê bide wê.
Ev yek di demekê de ye ku Hûsiyên Îranê piştîgîya wan dike, êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan li ser Erebistana Siûdî zêde kirine. Di êrîşên vê hefteyê yên li ser balafirgehên Siûdiyê de sê kes hatin kuştin.
Lê şêwirmendê ragihandinê yê Serokatiya Sûriyê, Ehmed Muwefeq Zeydan, nûçeyên derbarê şandina hêzên Sûriyê bo Yemenê red kir û li ser platforma Xê got ku ewlehiya Erebistana Siûdî û Kendavê parçeyek ji ewlehiya Sûriyê ye û Şamê li digel Riyadê ye. Lê wî nûçeyên derbarê daxwazeka Siûdiyê ji bo şandina hêzên Sûriyê bo Siûdiyê an Yemenê, wek "derew û nerast" binav kir.
Li gorî malpera Axios, sê rayedarên Amerîkî êvara Sêşemê ji wê re gotine ku Siûdîyê û Sûriye li ser şandina di navbera 10,000 û 20,000 leşkerên Sûrî bo Yemenê danûstandinan dikin da ku beşdarî êrîşa li dijî Hûsiyan bibin.
Erebistana Siûdî ji welatên hevalbend, di nav de Tirkîyê û Pakistan, daxwaza piştgiriyê kiriye, heta eger ew piştgirî tenê lojîstîk an ji bo berevaniyê be.
Piştî êrîşên dawî yên Hûsiyan li ser binesaziya Siûdiyê, bi taybetî êrîşa ku vê hefteyê li balafirgehê pêk hat, Riyadê hewldanên xwe ji bo bidestxistina piştgiriyê zêde kirine.
Sibeha îro Pêncşemê, li Riyadê dengê çend teqînên mezin hat bihîstin, lê Ajansa Reutersê nekarî sedema wan diyar bike. Di destpêkê de daxuyaniyek fermî nehat dayîn û hişyariyeke giştî jî nehat ragihandin. Lê hin dîplomatan got ku wan hişyarî wergirtine.
Hin dibistanên li Riyadê jî ji dê û bavên xwendekaran xwestin ku li cihên ewle bimînin.
Hûsiyên Yemenê roja Pêncşemê ragihand ku wan bi mûşekeke balîstîk êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya King Khalid li Riyadê kiriye. Hikûmeta Erebistana Siûdî di destpêkê de li ser vê yekê şîroveyek nekir.
Siûdîyê vê havînê ligel Tirkîyê û Pakistanê Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê îmze kir, ku her sê welatan mecbûr dike ku li hemberî her êrîşekê berevaniyê hevkarîya hev du bikin.
Beşdarbûna hêzên Sûriyê di şer de dikare aloziya li herêmê zêdetir bike. Ji nû ve destpêkirina şerê navxweyî li Yemenê jî metirsiya wê zêde dike ku welatên din ên herêmê jî bikevin nav şer.