Amerîka pêşwazî li peymana weberhênan ya nû ya di navbera Erebistana Siûdî û Sûîyê de kir, wekî gaveke erênî di hewldanên ji nû ve avakirina Sûrîyê.
Nûnerê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack Îro Şemiyê li ser tora civakî ya X ragehand "Em peymanên weberhênanê yên Siûdî û Sûrîyê yên ku vê hefteyê hatine ragihandin pêşwazî dikim. Hevkariya stratejîk a di warê binyada firokevanîyê, avakirin û peywendiyan de, dê beşdariyeke girîng di hewldanên ji nû ve avakirina Sûrîyê de bike."
Herwiha Barrack got "Wekî ku Serok Trump tekez kiriye ku aramiya herêmî baştrîn tişte li dema bête bidestxistîn ku welatên herêmê berpirsiyar bin ji pêşeroja xwe, û ev hevkarî wê bibe binheg û prensîbê."
Sûrîyê û Erebistana Siûdî roja Şemiyê li Şamê jimarek rêkeftinên stratejîk îmze kirin, di nav wan de rêkeftinên firîn, ragihandin û avakirinê.