HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê Hevdu bi Binpêkirinan Tawabar Dikin

Bajarê Kobanîyê

Navenda Medyayê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) di daxuyanîyekê de ragihand ku îro Duşemê hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê cihên sivîl li gundewarên Kobanîyê kirin armanc.

HSD’ê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X’ê hate belavkirin de got,”komên girêdayî Şamê ji gelek alîyan ve êrîşên dijwar li dijî bajarokên Xerab Işk û Çelebîyê, yên ku li başûrê rojhilatê bajarê Kobanîyê ne, pêk tînin, li gel topbarana giran a ku taxên niştecihbûnê û derdora herdu bajarokan kirin armanc.”

Daxuyanîyê anî ziman ku”Di encama van êrîşan de, pevçûnên tund di navbera hêzên me û komên êrîşkar de derketin. Hêzên me, ji niha ve, berdewam dikin ku êrîşê paşve bixin.”

“Şer bi taybetî li bajarokê Çelebiyê berdewam dikin, di nav de komên êrîşkar hêzên leşkerî yên zêde, di nav de tank û wesayîtên zirxî, û her weha firînên zêde yên balafirên bêmirov ên Tirkî li esmanê herêmê belav dikin,” HSD’ê got.

Li gor HSD’ê,”ev êrîş binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ne û tenê di roja duyemîn a pêkanîna wê de tên, ku têkçûna Şamê ya pabendbûna bi sozên xwe û siyaseta wê ya berdewam a zêdekirina leşkerî û neseqamgîrîya herêmê piştrast dike.”

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê jî dibêje ku “Rêxistina HSD’ê roja Yekşemê peymana agirbestê binpê kir û zêdetirî 25 dronên ên xwekuj ên ji cureyê FPVê avêtin, ku çeperên artêşa Sûrîyê li derdora Eyn El-Erebê, û her weha mal û rêyên sivîlan li bajarokê Sirrînê kirin armanc, di encamê de gelek kes birîndar bûn,” Ajansa Nûçeyan a Sûrî (SANA) ragihand.

Li gor SANA,”Rêveberiya Operasyonan piştrast kir ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê niha bijarên xwe yên meydanî dinirxîne da ku bersivê bide armancgirtina sivîlan û çeperên wan, û dê tedbîrên pêwîst bigire.”