Tirkîyê Dibêje Ew Hilweşîna HSD’ê Bi Baldarî Dişopîne

Dîmenek endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) - (Arşîv)

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku Enqara pêvajoya hilweşîna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji nêz ve dişopîne û hevdem hevkarîya leşkerî ya di navbera Enqerê û Şamê de berfirehtir dibe.

Berdevikê wezaretê, amîral Zekî Akturk,di preskonfersek heftane de got ku projeya duyemîn pira herikbar, bi hevkarîya hezên artêşa Tirkîyê û yên Sûrîyê li ser Çemê Firatê, di 30’ê Tebaxê de temam bûye.

Wî ev proje wek mînakeke berbiçav ya hevkarîya di navbera artêşên herdu welatan de pênase kir.

Wezaretê bersîva pirsên li ser HSD’ê jî da û got ku ew pêvajoya hilweşîna rexistinê "ji nêz ve dişopîne".

“Pêvajoya hilweşînê ya ku di çarçoveya parastina yekparçeyîya axa Sûrîyê û xurtkirina têgeha yek dewlet û yek artêşê de tê meşandin, ji hêla me ve bi baldarî tê şopandin, ”wî got.

Wezaretê her wiha raportên medyayî ku dibêjin endamên biyanî yên HSD’ê wê ji Sûrîyê derkevin û hin ji wan dê biçin Tirkîyê red kir, û got ku ev îdîa "rastîyê nîşan nadin".

Berdevik Akturk her wiha da zanîn ku wezîrê berevanîyê Yaşar Guler wê îro li Enqerê bi hevkarê xwe yê Sûrî re bicive.