Ebdî: Derxistina Sûrîyê ji Lîsta Terorê Rê li ber Qonaxeke Nû Vedike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî biryara derxistina Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê ji alîyê Amerîkayê ve pîroz kir.

Ebdî îro Sêşemê li ser platforma X'ê ragihand ku ev biryar gaveke girîng e ji bo serrastkirina têkilîyên navnetewî û rê li ber qonaxeke nû ya aramî, pêşketin û xebata ji bo siberoja Sûrîyê vedike.

Fermandarê HSD'ê herwiha got ku ev biryar dikare bibe destkeftek ji bo pêkanîna hêvîyên gelê Sûrîyê di warê ewlehî, aştî û geşepêdanê de.

Ji alîyê xwe ve, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) derbarê biryara rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê daxuyaniyek da û pêşwazî li vê gavê kir.

ENKS'ê got ku ji bo sûdwergirtina ji vê biryarê, divê Sûrîyê bilez ber bi avakirina dewleteke demokratîk û ne-navendî ve biçe, serdestîya qanûnê were bihêzkirin û mafên neteweyî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûrîyê di destûrê de bêne parastin, li ser bingeha wekhevî û hevparîya niştimanî.

ENKS'ê herwiha tekez kir li "amadekirina mercan ji bo vegera penaber û koçberan bi rengekî ewle, bi rûmet û dilxwazî, û pêşkêşkirina alîkarîyê ji wan re, di nav de koçberên Serê Kanîyê û Girê Sipî, û berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê û tundrêbûnê."