Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El- Şeri' kêfxweşîya xwe bi biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya "dewletên piştevanên terorê" anî ziman.
El- Şeri' di vîdyoyekê de derengî Duşemê got: "Ez spasîyeke kûr pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump û hemû dewletên dost û hevalbend ên ku piştgirîya Sûrîyê kirine, dikim."
Serokê demkî yê Sûrîyê herwiha pîrozbahî li gelê xwe kir û got: "Gelê Sûrîyê yê bi rûmet, we careke din serkeftineke mezin bidest xist. Ceza û bendewarî li ser we hatin rakirin."
Şeri' berdewam kir ku Sûrîye piştî ku ji lîsteya terorê ya Amerîkayê hat derxistin, "rûpelekê ji rabirdûya xwe ya bi êş vediqetîne."
Biryara Washingtonê û Pêngavên Nû
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio Duşemê ragihand ku Sûrîyê bi fermî ji lîsteya"dewletên ku piştgiriya terorê dikin" hat derxistin.
Rubio diyar kir ku "Washingtonê herwiha 'Heyet Tehrîr El-Şam' (HTŞ) ji lîsteya terorîstên cîhanî derxistiye," piştî ku di Tîrmeha 2025'an de rêxistina ku serokê Sûrîyê serkêşîya wê dikir ji lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî hatibû rakirin.
Rubio da zanîn ku ev her du biryar ji ber "gavên erênî û sozên hikûmeta Sûrîyê bi serokatiya Ehmed El- Şeri' daye, ji bo ku Sûrîyê bi tevahî ji kiryarên terorê dûr bike."
Ji alîyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Sûrîyê û Balyozê li Tirkîyê, Tom Barrack, tekez kir ku rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya terorê "pêngaveke biryardar e di gera wê ya taybet de ji tenêbûnê ber bi hevparîyê ve, û ji çavkanîyeke terorê ber bi hevparekî pabend ve di şerê cîhanî li dijî terorê de."
Sûrîyê ji sala 1979'an ve di lîsteya dewletên piştevanên terorê ya Amerîkayê de bû.