Sûriye: Meclisa Gel Temam bû û Civîna Yekem Duşemê ye

Syria Parliament Elections

Rayedarên Sûriyê roja Çarşemê navên 70 parlemetarên ku ji aliyê Serokê Sûrî Ehmed El-Şeri’ ve di dema veguhêz de ji bo Meclîsa Gel hatine destnîşankirin eşkere kirin, û rê li ber kombûna vê meclîsê di hefteya bê de vekir.

Meclîsa Gel a Sûrî ya 210 endamî dê xwedî desthilatên sînordarkirî be û li gorî sîstema serokatiyê ya ku ji aliyê El-Şeri’ ve piştî hilweşandina rejema Beşar El-Esed di sala 2024an de hate damezrandin, desteyên hilbijartinê yên li navçeyan par du ji sêyan endaman hilbijartbûn.

Mihemmed Taha El-Ehmed, Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel (Parlemento), di konferanseke rojnamevaniyê de îro Çarşemê ragihand ku civîna yekem a parlementoyê dê roja Duşemê were lidarxistin.

Di lîsteya kesên hatine hilbijartin de ji alîyê El- Şeri’ ve 15 jin hene; bi vî rengî hejmara jinên parlementer derket 21’an. Lê belê, berpirsan hejmara endamên kêmneteweyên olî û etnîkî yên di nava parlementerên nû- de destnîşan nekir.

Hejayî Gotinê ye li sala borî 10 kursî ji bo endamên kêmneteweyên olî û etnîkî hatibûn veqetandin ku di nav wan de Kurd, Mesîhî û Elewî hebûn.