Şah Abdullah: Divê Beşar Esed Dest ji Serokatî Berde

Şah Abdullah yê Urdunê.

Şah Abdullah yê Urdunê ji Serokê Sûrî Beşar El-Esed xwest ku dest ji desthilatê berde. Şahê Urdunê yekemîn rêberê Ereb e vê daxwazê ji serokê Sûrî bike.

Di hevpeyvînekê de ligel BBC roja Duşemê, eger ew li cihê Serokê Sûrî bît, dest ji serokatî berdide û rêkê bo gelê Sûrî xweş dike da qonaxeka nû ya siyasî destpê bikin.

Hevdem, rejîma Sûrî ragihand ku ragirtina endametiya Sûrîyê ji layê Komkara welatên Ereb ve “pêngaveka metirsîdar e.”