NY, Rewşa Koçberên Sûrîyê Eşkere Kir û Dibêje ku Wan Her Tiştê Xwe Winda Kirîye

Derbiderên Efrînê

Nûnera taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê 21’ê Cotmehê got ku vegera ser malên wêrankirî ya koçberîyê bidawî nabe, heta ku mirov nekaribin jiyana xwe ji nû ve ava bikin û pêwistîyên bingehîn bi dest nexin.

Nûnera Taybet a NY’yê Paula Gaviria Betancur got ku Sûrî bi hêvîya siberojeke çêtir vegerîyan ser mal û milkên xwe jî, lê li wir rastî malên rûxandî, windakirina kar û nebûna pêwîstîyên bingehîn tên.

Wê di konferanseke rojnamevanîyê de li NY’yê got ku malbatan di nava beşên ku xera nebûne yên xanîyên xwe de xwarin çêdikirin û heta ku xanîyên wan bên çêkirin, di konên ku bi xwe re anîne de radizan.

Wê anî ziman ku "Wan her tiştê xwe winda kirîye."

Dema ku pirs ji wê hat kirin li ser vegera Kurdên koçber a ji bo Efrînê, Gaviria Betancur got ku kesên vegerîyane ji ber hatina mala xwe kêfxweş bûn, lê dîsa jî karê wan tune ye û hewceyî rê û xizmetên tenduristîyê ne.

Derbiderên Efrînê

Wê got ku hikûmeta Sûrîyê li ser van pirsgirêkan dixebite, lê tekez kir ku vegera bi tenê ne bes e.

Wê hişyarî da ku eger navên kesên vegerîyane zû ji lîsteyên koçberîyê bên derxistin, dibe ku ew ji alîkarî û plansazîyên nûvekirinê bêpar bimînin.

Wê got ku “Heta ku çareserîyek neyê dîtin, ew hîn jî koçber in.”

Li gor daxuyanîya Nûnera Taybet, heta niha nêzîkî 2 milyon koçber vegerîyane ser cihên xwe, lê hîn jî 5.5 milyon mirov di nava Sûrîyê de koçber in.