Êrîşeke DAIŞ'ê ya li Reqayê Hat Pûçkirin

Arşîv: Endamekî hêzên ewlekarîya Sûriyê li xaleke kontrolê li Laziqîyê-Sûriye

Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku leşkerekî wan ê ewlekarîyê hatîye kuştin. Ev leşker dema ku hêzên hikûmetê rê li ber êrîşeke du çekdarên DAIŞê ya li ser navenda asayîşê ya li bajarê Reqayê girtin, hate kuştin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, du xwekujan xwest êrîşî ser navenda fermandarîya asayîşê bikin. Hêzên ewlekarîyê yek ji wan kuşt, yê duyem jî hat dorpêçkirin paşî xwe teqand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di vê êrîşê de sê leşkerên din ên ewlekarîyê birîndar bûn.