Talîban 650 Amûrên Muzîkê li Afganistanê Dişewitîne

Wêne ji arşîvê ye

Karbidestên Talîbanê li wîlayeta Xostê ya Afganistanê bi operasyonan dest danîn ser 650 amûrên muzîkê û ew şewitandin.

Talîban, ku Tebaxa 2021’ê hat ser desthilatdarîya Afganistanê, bi behaneya ku dijî Îslamê ne û karên bêexlaq han didin, hemû cureyên muzîkê qedexe kirine.

Bi qedexeyên Talîbanê, li şûna dikanên firotina amûrên muzîkê, dikanên cilan û xwarinê vekirin.

Ev ne cara yekê ye ku Talîban kiryareke wisa derheqê muzîkê dike. Sala 2024’an li seranserê Afganistanê pirtir ji 21,000 amûrên muzîkê hatin jinavbirin.

Jiber qedexeyan hejmareke hunermand neçar man ku ji Afganistanê derkevin.

Hunermendên li Afganistanê mane jiber rîska girtin û cezayan hewl didin karên xwe bi dizî bikin.

Jêderên navxweyî dîyar dikin ku li Afganistanê adet û kevneşopîyên muzîkê yên bi sedên salan hene, bi wendabûnê re rûbirû mane.

Ribaba ku li Afganistanê amûreke neteweyî ye, jiber ku nifşên nû radibin wê fêr nabin, ber bi tunebûnê ve diçe.