Artêşa Sûrîyê Dibêje Wê Êrîşeke Dronan li Tenefê Pûç Kiriye

Artêşa Sûrîyê ragihand ku yekîneyên wê îro Şemîyê êrîşeke dronan li ser bingeha Tenefê ya leşkerî pûç kiriye.

Li gor daxuyanîyeke fermandarîya operasyonan ya artêşa Sûrîyê, ew dron ji nav axa Îraqê derketibûn bi mebesta ku bingeha leşkerî li devera Tenefê bikin armanc.

Bingeha Tenefê li nêzîk sînorê Sûrîyê ligel Îraq û Urdunê dikeve. Ew ji alîyê artêşa Amerîkayê ve li dema şerê dijî Daişê hatibû avakirin. Di 12'ê Sibata îsal de, Amerîka ew bingeh radestî hikûmeta demkî ya Sûrîyê kir.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê li 28'ê Sibatê ve, çend caran komên çekdar yên Îraqî ku girêdayî Îranê ne êrîşên dronan birine ser Sûrîyê, di nav de jî deverên Rojava. Hefteya borî êrîşa dronekê li bingeha Xirab el Cîr ya başûrê Rimêlanê da. Ew bingeh ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk û artêşa Sûrîyê ve tê kontrolkirin.

Sûrîyê bi awayekî fermî gotiye ew qebûl nake bibe beşek ji şerê ku niha li seranserê Rojhilata Navîn berdewam dike. Di daxuyanîya xwe ya îro de, artêşa Sûrîyê got ku ew amade ye ku berevanîya deverên xwe yên sînorî bike.