Tank û Serbazên Sûrî Çûn Nav Bajarê Hama

Tank û Serbazên Sûrî Çûn Nav Bajarê Hama

Bizavkarên mafên mirov û akincî dibêjin tank û serbazên hikûmetê çûyne nav bajarê Hama li navenda welatî, dest kirine bi girtina xelkê û dubare kirina tepeseriyê li dijî wê navenda opozisyona serok Beşar al-Essed.

Bizavkar û akincî dibêjin dengê tifengan roja Çarşembî li Hama hatiye bihîstin, li demekê de tank û otombêlên leşkerî çûn nav wî bajarî. Wan gotin, herwesa, bi sedan kes ji hêzên ewlekariya Sûrî li derdora bajarî ji basan peya bûne û bi pêyan ketin hondurî bajar û li pey wan bizavkaran digerin ku têkelî hebûne li gel serhildana demokrasî xazî ya pênc mehan li wî welatî.

Hêzên ewlekariya Sûrî vê mehê zû xwe ji bajarê Hama vekêşan piştî ku hêrişek yêk heftî kirin ser wî bajarî, ku mezintirîn xwepêşandan li dijî deselatdariya serok Essed bi xwe ve dîtiye.