Cezayê Îdamê li Dijî Cîgirê Serokê Îraqê Hate Ragihandin

Dadgeha Îraqê roja Yekşemê cezayê îdamê li dijî cîgirê serokê Îraqê Tariq El Haşimî ragihand.

Haşimî bi tawana terorê hate xetabarkirin û bêy amadebûna wî li Bexda hate dadgehkirin.

Haşimî mezintirîn rêberê Sunnî ye li Îraqê û nuha li Tirkîyê dimîne.

Piştî tawanbarkirina wî bi tawana terorê ji layê hikûmeta Nûrî El Malikî ve, Haşimî revîya Kurdistana Îraqê û paşî çû Tirkîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport