Hêzên Sûriyê Operasyonê li Dijî Çekdarên Alîgirên Esed Encam Dide

Tartus bajarê li peravên rojavayê Sûriyê, 16, 2024.

Medyaya dewleta Sûrî got, hêzên ewlekarî yên Sûrîyê roja Pêncşemê li parêzgeha Tartusê dijî çekdarên alîgirê serokê têkçûyî Beşar Esad operasyonek dan destpê kirin, rojekê piştî ku pevçûnên kujer bi çekdarên girêdayî revebirîya nû ya sunnî re rû danbûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di operasyona li bajarê Tartusê de sê kes hatine kuştin, û got ku ew "çekdarên girêdayî rejîma berê" yên serokê têkçûyî Esad bûn.

Ajansa fermî ya Surî ya nûçeyan SANA got ku operasyon bi "berterefkirin- kuştina jimareke mezin" ya çekdaran de bi ser ketiye, û anî ziman ku armanca operasyonê "vegerandina ewlehî, aramî û aştiya sivîl" li herêmê ye.

Rewşa parêzgeha Tartusê, ku navenda civaka olî ya Elewî ya dilsozê Esad e, di van rojên dawî de alozî derketine.

Li gor ragihandina SOHR roja Çarşemê 14 endamên hêzên ewlekarîyê û sê çekdar li bajarokê Xirbet el-Me'ze hatin kuştin, jiber ku desthilatên nû ku dixwestin karbidestekî hikûmeta berê, yê girêdayî zindaneke navdar ku destê wî di kuştina gelek kesan de hebû desteser bikin.

Pevçûn li Tartusê derketin piştî "jimareke niştecihan nehiştin ku malên wan werin lêgerîn kirin", SOHR got.

Birayê karbidestê ku desterrkirina wî tê xwestin û çekdarên din jibo hêzên ewlekarî "kemînek" çêkiribûn, çavderîyê dîyar kir.

SOHR herwiha got ku "bi dehan kes" li Xirbet el-Me'ze hatin girtin.

Wezîrê Navxwe yê hikûmeta veguhêz Mihemed Ebdulrehman jî ragihand ku li parêzgeha Tartûs a rojavayê Sûriyê kemînek li dij endamên hêzên navxweyî re hatbû danîn, di encamê de 14 kes ji wan hatine kuştin.

Roja Çarşemê li bajar û bajarokên din yên li heremên Rojavayê Sûrîyê jî xwepêşandanên girêdana wan bi bûyerên li Tartusê tune bû derketin, ku piştî belavbûna vîdyoyekê ku êrîşek li ser mezargehek Elewîyan nîşan dide.

SOHR got ku xwepêşanderek bi guleyên hêzên ewlekarîyê li bajarê Humsê hatiye kuştin.

Jêder: AFP/SOHR