Ted Cruz Daxwaza Pirçekkirna Kurdan ji Serok Trump Dike

Ted Cruz ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî.

Senatorê Komarî Ted Cruz dibêje wî daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku Kurdan û xwepêşanderên li Îranê bi çek bike û wan bi alîkariya leşkerî destek bike, da ku gelê Îranê bi xwe rejîma Komara Îslamî ji desthilatê rake.

Cruz di hevpeyvînekê de ya bi NBC News re got ku ne divê hêzên Amerîkî bo Îranê werin şandin, lê divê xwepêşanderên Îranî bi alavên pêwîst bêne destek kirin.

Ted Cruz, bi taybetî Kurd wekî hêzeke ku dikare di vê pêvajoyê de roleke girîng bilîze nîşan da.

Cruz herwiha got ku armanca demdirêj ya siyaseta Washingtonê divê hilweşandina rejîma Îranê be.

Derabrê nerazîbûna Tirkîyê ji çekdarkirina Kurdan jî, Ted Cruz got ku baweriya min ewe ku Enqere divê nebe astengî li hember vê siyasetê.

Ev daxwaz di demekê de tê ku girjîyên di navbera Washington û Tehranê de berdewam e û Amerîkayê di 31ê Tebaxê de li ser girava Larek êrîşên nû li dijî hêzên Îranê encam dane.