Bi dehan Îranî do Yekşemê li pêş Balyozxaneya Fransa ya li Tehranê kom bûn û karîkaturên Kovara Charlie Hebdo ya Fransî protesto kirin.
Kovara Charlie Hebdo hefteya borî bo piştgirîya li protestoyên li Îranê karîkaturên rêberê olî yê wî welatî Ayetulah Alî Xamaneyî weşandibûn.
Îranê, ku karîkatur wek heqaret dîtivbû, hişyarî dabû Fransa.
Bi dehan xwenîşander, ku piranîya wan xwendekarên dersên olî bûn, li pêş balyozxaneya Fransî ya li Tehranê kom bûn û alên wî welatî şewitandin.
Xwenîşanderan alên Îranê hildan û bi wêneyên Xamaneyî, pankertên bi nivîsa ‘’Ezê canê xwe jibo rêbertîyê feda bikim’’, ‘’Şerm li Charlie Hebdo’’ vekirin.
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku li bajarê Qum jî protesto hatine li dar xistin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî do Yekşemê got ku nabe ku azadîya ramanê bibe sedema heqareta dijî olê û mafê Fransa tune ku heqaretkirina li pîrozîyên dewlet û netewan rêwa bike.
Kenanî bang li Fransa kir ku li gor prensîbên bingehîn yên peywendîyên navnetewî tevbigere.
Tehranê hefteya borî Enstîtuya Fransî ya Lêkolînê li Îranê girtibû û ew wek gava yekê ya dijî karîkaturan bi nav kiribû.
Jêder: AFP