Firokxaneya Tel Avîvê bi Awayekî Sînordar Vedibe

Firokxaneya Ben Gurion ya Îsraîlê îro Pêncşemê bo cara yekê ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê hate vekirin.

Li gor raportên medyaya xwecihî, firoka yekem ji Atîna paytexta Yûnanistanê li firokxaneya Tel Avîvê danî.

Tê çaverêkirin hêlên asmanî yên Îsraîlî dora 100 hezar welatîyên xwe di rojên pêş de vegerîne Îsraîlê. Firokxaneya Îsraîlê ji destpêka şer roja Şemîyê ve hatibû girtin.

Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku geşta yekem ku ji Îsraîlê dê derkeve roja Yekşemê destpê dike.

Ji destpêka operasyonên hevbeş di navbera Amerîka û Îsraîlê de li dijî rejîa Îranê, piranîya geştên asmanî li seranserê Rojhilata Navîn hatine rawestandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Çarşemê got ku ji destpêka şer ve bêtirî 17 hezar welatîyên Amerîkayî ji Rojhilata Navîn vegerîyane Amerîkayê.