Telegraph: Brîtanya Hazirî Dike ku Pasdarên Îranê Wek Komeke Terorîst Bibîne

Rojnameya Telegraph ragihand ku Brîtanya hazirî dike ku Pasdarên Şoreşa Îranê wek komeke terorîst ragihîne.

Îranê di rojên borî de dîyar kiribû ku hêzên wê yên ewlekarîyê jiber tilîya wan ya di protestoyan de 7 kesên girêdayê Brîtanyayê girtine.

Li gor nûçeya Telegraph, Wezîrê Ewlekarî Tom Tugendhat û Wezîra Navxweyî Suella Braverman piştgirî didin ku Pasdarên Şoreşa Îranê wek komeke terorîst were bi nav kirin.

Eger Brîtanya, koma Pasdarên Şoreşa Îranê wek grubeke terorîst biîne, wê bi wî awayî beşdarîya li civînên wê, hilgirtina flamayên wê bibe tawan.

Karbidestên Brîtanî ser nûçeya Telegraphê hîn ti şirove nekirine.

Pêla protestoyên li Îranê piştî Jîna Emînî ya 22 salî di derdestîyê de hatibû kuştin destpê kiribû.

Amînî jiber cil û bergên nebaş yên ne li gor qanûnên Îranê hatibû desteser kirin.

Jêder: Reuters