Supaya Pasdarên Îranê Gefa Girtina Tengava Hormuzê Kir

Şêwirmendê Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê ji ajansa nûçeyan a Fars a Îranê re ragihand, ku ew rêyên derbasbûnê yên li Tengava Hormuzê ku Îran wan wekî "neyasayî" dibîne, wê di demeke nêzîk de bên girtin.

Her çend Îran hewl dide Tengava Hormuzê bigire jî, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di destpêka vê hefteyê de ragihand ku wan rêya 130 keştîyan guhertîye ku hewl didan bikevin benderên Îranê an jî jê derkevin.

Li gor Reutersê, Amerîka û Îran di hefteyên dawî de pêşnîyarên danûstandinan bi armanca dawîkirina şer û vekirina Tengava Hormuzê dabûn destpêkirin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku Washington hîn jî, ji bo peymaneke guncaw vekirî ye, lê wî tekez kir ku divê Îran derbarê pirsa bernameya xwe ya navokî de gavên berbiçav biavêje.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê li Yûnanistanê ragihand ku Tengava Hormuzê ne milkê Îranê ye û mafê Tehranê tune ye ku deryavanîya navneteweyî asteng bike.