Piştî Êrîşeke Îranê, Omanê 16 Deryavanên Keştîya Siûdî Rizgar Kirin

Hikûmeta Omanê îro Duşemê ragihand ku wan 16 xebatkarên keştîya Erebistan Siûdî ya bi navê Sidr rizgar kirine. Ev keştî ji alîyê Îranê ve rastî êrîşekê hatibû.

Navenda Ewlekarîya Deryayî ya Omanê li ser platforma X’ê got ku wan karên alîkarî û rizgarkirinê ji bo keştîya petrolê ya Siûdî qedandine.

Sidr yek ji du keştîyên mezin ên petrola Siûdî bû ku Duşema borî di Tengava Hormuzê re derbas dibûn û rastî êrîşeke Îranê hatin.

Hikûmeta Erebistana Siûdî Çarşema borî got ku di êrîşa li ser keştîyê de, du deryavanên Fîlîpînî hatine kuştin. Ev keştî ya kompanîya niştimanî ya bi navê Bahrî bû.

Di keştîya Sidr de 25 deryavan hebûn û hîn jî rewşa 7 kesên din nayê zanîn.