Du tankerên mezin ên neftê ku nefta Erebistana Siûdî hildigirtbûn, di navbera çend deqeyan de dema ku ji Tengava Hormuzê derbas dibûn, li nêzî Xesab'ê li Omanê rastî êrîşê hatine.
Kompanîya ewlekarîya deryayî "Marsec" got ku tankera Sidr, ku ala Erebistana Siûdî hildabû, li dora 16,6 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê Xesab'ê rastî êrîşê hat. Çend xulekan piştî wê, tankera Senegal Prosperity, ku ala Lîberyayê hildabû, bi sê roketan li dora 17 mîlên deryayî li rojhilatê Xesab hat armancgirtin.
Li gor ajansa Reuters, tîma keştîyê her hemû ewle ne û ti ziyanên mirovî çênebûn.
Li gor datayên Kpler, ku bazirganîya deryayî di nav de petrola xav dişopîne got ku her du tanker hefteya borî ji benderê Ju'aymah ê Erebistana Siûdî ku 2 milyon bermîl nefta xav hilgirtbûn. Aramco ya Siûdî, di Tebaxê de, piştî rawestandina çend hefteyan, barkirina neftê ji deverên hundirê Tengava Hormuzê ji nû ve destpê kiribû.
Tengava Hormuzê, ku berî girjîyan nêzîkî pênc yeka peydakirina nefta cîhanê ji wir derbas dibû, niha bi kêmbûna trafîka keştîyan re rû bi rû ye û krîza sotemenîyê li seranserî cîhanê zêde dike.
Roja Duşemê tenê pênc keştî ji tengavê derbas bûn, ku di 10 rojên borî de her rojê nêzîkî 14 keştîyan derbas dibûn.
Bûyerên nû metirsîya li ser veguhastina enerjîyê ji Kendava Farsê zêde kirine. Bihayê neftê jî roja Sêşemê bilind bû, di demekê de ku tengezorîyên di navbera Îran û Amerîkayê de dîsa zêde bûne.
Heta niha ne Marsec û ne jî alîkarên din ên deryayî eşkere nekirîye ku kî li pişt êrîşan e.