Serok Trump: Hilweşandina Rejîma Îranê Tê Wateya Aştîya Cîhanê

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku heke rêkeftinek ku ew qebûlkirî dibîne bi Îranê re neyê bidestxistin, dibe ku ew operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê zêde bike li şûna ku şer bidawî bibe.

Daxuyanîyên Trump nîşan dide ku ev gav dikare piştî hilbijartinên Nîvdemê (Midterm)ê yên Mijdarê hatine plankirin were avêtin.

Trump di hevpeyvîna bi kovara TIME re ku Îro Pêncşemê hat weşandin de got: "Bi hilweşandina Îranê, dê me aştîya cîhanê bi dest bikeve." Wî herwiha da zanîn ku "Bi Îranê re, ez qet bawer nakim ku emê aştîyê bi dest bixin."

Ev gotinên Trump di demekê de tên ku wî qebûl kir operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hin ji depoyên cebilxaneyê yên Amerîkayê kêm kirine, û got ku "asta hin cureyên çek û cebilxaneyan ji yên din kêmtir bûne."

Serokê Amerîkayê derbarê çekan got ku rêveberîya wî bi rêya rêkeftinên bi peymankarên sereke yên Berevanîyê re, di nav de Raytheon û Lockheed Martin, bi armanca ji nû ve xebatên avakirina depoyan û zêdekirina rêjeyên hilberîna çekan û cebilxaneyan destpê kirine.

Trump bal kişand ser avakirina kargehên nû yên têkildarî hilberîna sîstema berevanîya mûşekan, û got ku ji bo sîstema mûşekên antî-balîstîk, Patriot û THAAD xebat hene. Wî got: "Ew şiyanên mezin pêş dixin."

Hêjayî gotinê ye ku kovara Time, 28'ê îlonê li Koşka Spî dîdarek bi Serok Donald Trump re encam da û roja Pêncşemê 1'ê meha 10, 2026ê hat weşandin.

Di hevdîtinê de serok Trump behsa gelek mijarên din dike di nav de Hişberîya Bala (SI), pêşxistina çekan û peymanên bi kompanîyên çekdan re hatine îmze kirin.