Tîrêj:Hêzên Amerîka Dê Kurdan Biparêze Yan Dê ji Sûriyê Vekiş E?

Gefên Tirkiyê yên derbarê pêk anîna êrîşên leşkerî bo ser tevaya deverên Kurdan li Rojava û Bakurê Sûriyê tên berdewam kirin, bi taybet piştî Efrîn girt bin kontrola xwe, ev gefên Tirkiyê, hevdemin ligel daxûyaniya serokê Amerîka ya vekişandina hêzan ji Sûriyê.

Srokê Amerîka Donald Trump di ragehandinekê de li wilayeta Ohio got, "Bila Sûriye xema xelkek din be, di demek gelek nêzîk de hêzên me dê vegerin welat".

Ev pêşveçûn di demekê de pêk tên, dema serokê Fransa Emmanuel Macron li Qesra Elyzee pêşwaziya şanda HSD û Îdara otonom ya Bakurê Sûriyê kir bû, hatbû eşkere kirin ku Macron daxwaza diyalogê ya Tirkiyê bi hêzên HSD re kiriye bo çareseriyek aştiyane, lê Tirkiyê gef li Fransa kir bûn û ew bi piştevanîya terorîstan tawanbar kir bû.

Bernama Tîrêj, vê mijarê bi mêhvanên xwe re gotobêj dike, mêhvanên bernamê: Nivîskar û Lêkolînvanê Siyasî Dr. Mehmud Ebas û rojnamevan Stêrê Çello.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 136