Reuters: Polîsên Tirk li Daristanake li Derveyî Stenbolê li Termê Xaşiqcî Digerin

Reuters’ê ji zarê du karbidestên Tirkîyê ragihand du polîsên Tirk li daristaneke li derveyî Stenbolê û li bajarekî nêzî Derya Marmara bo dîtina termê rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, lêgerînan dikin.

Karbidestan ji Reuters’ê re dîyar kir ku tîmên vekolînê ji avahîya Erebîstana Saudî ya Stenbolê û ji xanîyê serkonsolos ‘’gelek mînak’’ girtine û di wan de şopên DNA yên Xaşiqcî digerin.

Tirkîyê dabû zanîn ku ew bawer dikin ku Xaşiqcî di konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Li gor hin sazîyên medya yên navneteweyî hin tomarên dengan yên ku nîşan didin ku Xaşiqcî piştî êşkenceyê hatiye kuştin hene.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî îdiayên kuştinê red dike û dîyar dike ku Xaşiqcî di heman roja ketîye konsulxaneyê de ji wir derketîye.