3 bajarok û 4 beldeyên Tirkîyê yên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ser biryar dabû ku hilbijartinên wan jinûve çêbin sibê Yekşemê diçin ser sindoqan.
YSK ser îtirazên jibo encamên hilbijartinên 31’ê Adarê lêkolîn kiribû û biryar dabû li hin bajarok û beldeyan hilbijartin jinûve çêbin.
Li Pinarbaşi ya Kayserî, Hîlvan ya Ruha û Guzelyurt ya Aksarayê, ku her sê jî bajarok in hilbijêr sibê Yekşemê jinûve diçin ser sindoqan.
Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran ya Luleburgaz ya Kirklarerlîyê, Akpazar ya Mazgirt ya Dêrsimê û Saglik ya Aksarayê, ku çar belde ne, sibê Yekşemê wê jinûve rêvebirên xwe hilbijêrin.
Li Hîlvan ya Ruha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi ser ketibû.
Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo 15 sindoqan îtiraz kiribû û YSK’ê biryar dabû ku hilbijartinên wir jinûve çêbin.
AKP di îtîraza xwe de dîyar kiribû ku hilbijêrîn sînordarkirî di hilbijartinan de deng dane.
Sindoq wê sibê Yekşemê bi saeta herêmî di 08:00 de vebin û di 17:00 de werin girtin.
Li gor qanûnên Tirkîyê wê qedexeya ser weşana jibo encamên hilbijartinan heta 21:00’an bidome.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV, YSK
3 Bajarok û 4 Beldeyên Tirkîyê jibo Hilbijartinên Herêmî Sibê Yekşemê Deng Didin
Hilbijartin li Tirkiyê