Desthilatdarên Tirkîyê ragihand ku îro Sêşemê êrîşeke çekdarî li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê li Stenbolê pêk hat û di encamê de êrîşberek hate kuştin û du yên din jî birîndar bûn.
Wezîrê Hundir ê Tirkîyê Mustafa Çiftçi li ser platforma X'ê ragihand ku di encama pevçûnên ligel polîs de, du efserên polîs bi sivikî birîndar bûn.
Çiftçi herwiha diyar kir ku hersê êrîşber bi otomobîleke kirê ji bajarê Izmitê hatibûn Stenbolê û ew endamên rêxistinekê ne ku "olê bikar tîne." Wî got du ji êrîşberan bira ne.
Parêzgarê Stenbolê ragihand ku ti karmendên dîplomatîk yên Îsraîlî li konsulxaneyê nemane.
Destpêka bûyerê dîdevanek ji Reutersê re ragihandibû ku dengê teqekirinê li nêzî avahîya ku konsulxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê lê ye bihîstîye.
Di vê navberê de, Wezîrê Dadê yê Tirkîyê diyar kir ku sê dozger dê vekolînê derbarê vê êrîşê bikin.